Ozdemîr ê di grevê de: Êrîşa li dijî Tosûn û HDP’yiyan şermezar dikim

Çalakgerê greva birçîbûnê yê li Parîsê H. Ozkan Ozdemîr êrîşa li Amedê li dijî parlamenter Remziya Tosûn û HDP’yiyan şermezar kir û banga geşkirina berxwedanê kir.

H.Ozkan Ozdemîr ku ji 1’ê Nîsanê ve bi daxwaza “Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin” greva birçîbûnê ya bêdawî didomîne, êrîşa li dijî Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û HDP’yiyan şermezar kir.

Ozdemîr di daxuyaniya xwe de wiha got;

“Kesên li beramberî daxwazên berxwedana me de nikarin gav bavêjin, bênavber êrîşî xeleka li gorî grevên birçîbûnê dike. Ev êrîş carek din dide nîşandan ku ev têkoşîna li dijî tecrîdê rewa û mafdar e. Êrîşa li dijî Remziye Tosûn şermezar dikim. Divê gelê me xwedî li daxwazên me derbikeve û berxwedanê geştir bikin.”