Operasyona li Girtîgeha Sînaa û taxan didome

Operasyona li Girtîgeha Sînaa û li taxên Sînaa didome. Di operasyonan de gelek malzemeyên leşkerî hatin desteserkirin.

Piştî ku QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sînaayê Girtîgeha Sînaayê xistin bin kontrola xwe, di nav girtîgehê de operasyona lêgerînê di roja 2’an de didome.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxên din ên Hesekê jî operasyon da destpêkirin. Operasyona paqijkirina hucreyên DAÎŞ’ê li taxên Xiwêran û Zihûrê didome.

Di operasyonan de gelek çekên çeteyên DAÎŞ’ê hatin desteserkirin. Hate diyarkirin Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî gelek kaleşnîkof, BKC, qayîşên teqemeniyê û bombe desteser kirine.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir wan di 26’ê Çileyê saet di 14.50’an de Girtîgeha Sînaayê xistine bin kontrola xwe û 3500 çeteyên DAÎŞ’ê teslîm girtine.

ZAROK LI NAVENDA REHABÎLÎTASYONÊ NE

Zarokên ku DAÎŞ’ê ew perwerde kiribûn jî birin navendên rehabîlîtasyonê yên li Hesekê. Hate diyarkirin zarok ne girtî ne, ji bo rehabîlîtasyonê hatine girtin. Bang hate kirin bila her welat zarokên ku hemwelatiyê wan e bidin û divê mekanîzmayeke çareseriyê ya navneteweyî were avakirin.

EHMED: ÊRIŞEKE BERFIREH BÛ

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê û yek ji fermandara ku operasyon bi rê ve dibir Newroz Ehmed ji Ajansa Nûçeyan a MA’yê re axivî û diyar kir çeteyên payebilind ên di sala 2019’an de li Baxozê hatibûn girtin, di Girtîgeha Sînaayê de bûn. Ehmed diyar kir ji ber vê jî ev girtîgeh ji bo DAÎŞ’ê gelekî girîng e û got “Di demeke wisa de êrişeke wisa hate kirin û Erdogan dema ku got ‘Em ê bi stratejiyeke nû êriş bikin’ gelekî manîdar e. Ev êriş ji êrişên berê berfirehtir û cihêtir bû. Xwe gelekî bal amade kiribûn, ji êrişên berê cihêtir û rêxistintir bû. Komên di bin kontrola Tirkiyeyê de û komên ji Iraq û Sûriyeyê hatibûn, bi hev re êriş kirin. Gelek çeteyên teslîm bûne, li xwe mikur tên ku ew ji herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de hatine. Dema ku me xwest van êrişan bişkînin jî careke din dewleta Tirk êriş kir.”

Endamê Buroya Siyasî ya YNK’ê Arêz Abdullah jî serfiraziya QSD’ê ya li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê pîroz kir.