NY’yê rexne li Tirkiyeyê girt: Piştevaniya terorê dike!

Di rûniştina bi mijara Îdlib a Konseya Ewlekariyê ya NY’yê de, rexneyên tûj li Tirkiyeyê girtin. Nûnerê Sûriyeyê Jaafarî mafê axaftinê girt û got: “Tirkiye li Îdilibê destekê dide terorê, ji 100 hezar zêdetir terorîst ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûne."

Ji bo bûyerên dawî yên li Îdilibê rû didin di asta rêveberiyên bilind ên Neteweyên Yekbûyî de bê nirxandin, li Konseya Ewlekariya NY’yê rûniştinek pêk hat. Di rûniştinê de Dîrektorê Alîkariya Lezgîn a NY’yê Mark Lowcook mafê axaftinê girt, di rapora parve kir de bal kişand ser binpêkirinên mafê mirovan ên di demê dawî de ji ber xebatên terorê pêk hatin, ji bo pêşîgirtina vê bang hate kirin.

Piştre li ser navê dewletan nûneran mafê axaftinê girtin û nêrînên xwe anîn ziman

Alîkara Sekretera Giştî ya ji karê siyasî û aştiyê ya NY’yê berpirs Rosemary DîCarlo ku di rûniştinê de mafê axaftinê girt got: “Hewldanên me çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê, di rewşeke şer de bi pêş ve naçe. CîCarlo diyar kir ku pêkanînên rêxistina terorî ya bi navê El Nûsra (Heyet Tahrîr el Şam) nayê pejirandin, berpirsyariya Tirkiyeyê ya ji vê hate bibîrxistin.

 ‘DIVÊ HESAB DIDIN’

Li ser navê Elmanya Chrîstophe Heûsgen ê mafê axaftinê girtin, diyar kir ku ji ber şerê ji serê meha Nîsanê û vir ve li Îdlibê rûdide û vir ve 300 hezar kes ji cihên xwe bûne, divê berpirsên ji bûyerên li Îdlibê rûdidin li pêşberî hiqûqa navneteweyî hesab bidin.

Li ser navê DYE’yê Rodney Hûnter jî bang li Rûsya û rejîma Sûriyeyê kir ku li gorî mutabaqata Soçiyê tev bigerin, li dijî bûyerên rû didin, destekekî hê zêdetir bidin çareseriya siyasî ya li gelemperiya Sûriye ya di bin kontrola NY’yê de.

Li ser navê Fransayê jî Françoîs Delattre da xuyakirin ku karesatekî mirovî li Îdlibê heye û got: “Em rê nadin ku Îdlib bibe Heleba duyemîn. Françoîs diyar kir ku di serî de divê Rûsya, Îran û hemû alî li gorî peymana li hev kirin divê rêz bigirin.

Nûnerê Îngîltereyê Karen Pîerce îşaret bi wê yekê kir ku bûyerên li Îdlibê diqewimin divê bi lezgîn bi dawî bibin.

Nûnerê Rûsya Vasîly Nebenzya diyar kir ku peymana di navbera Moskova û Enqereyê de têkoşîna bi terorê re qedexe nekiriye, berovajî teqşwîq kiriye. Nebenzya got: “Komên terorîst ên girêdayî Heyet Tahrîr el Şam êrîş dibe ser herêmên jîngehên sivîl û hêzên girêdayî hikûmetê lê ne. Rûsya girêdayî hemû peymanên li Îdlibê ne, rê nade ti xebatên terorîstî.

SÛRIYE: TERORÎST ÇEKAN JI KÛ DIGIRIN?

Li ser navê Sûriyeyê jî Bashar Jaaferî jî polîtîkayên dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê bi zimanekî tuj rexne kir. Jaferî got: “Ji ber fûzeyên ji aliyê Eniya El Nûsra ya ku rejîma Erdogan destekê dide wan, li cihên diyar jiyan li welatiyan herimî ye. Divê Konsey van sûcên bi desteka Tirkiyeyê tên kirin şermezar bikin.”

Jaaferî diyar kir ku rejîma dikeve rojavayê bakur û navendên Rûsyayê ji aliyê terorîstan ve tên hedefkirin. Jaaferî pirsên weke ; “Ev komên terorîst van çekan ji kû digirin? kî alîkariya van dikin? kir.

Jaafarî got, ji 100 hezaran zêdetir terorîst ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûne û got: “Rêxistina terorê ya bi navê Heyet Tahrîr el Şam a Tirkiye destekê dide îro sûcên giran dike. Ev rêxistin bi desteka Tirkiyeyê nexweşxane û dibistanan dikin navendên leşkerî. Her kesên îdeolojiya cîhadî napejirînin dikujin.”

Jaafarî redkir ku rejîm êrîş dibe ser jîngehên sivîlan, destnîşan kir ku divê Tirkyeye bi lezgîn xaka wan biterikîne.

TIRKIYE EL NÛSRA PARST

Nûnerê Tirkiyeyê yê NY’yê Ferîdûn Sînîrlîgolû jî diyar kir ku wê xebatên wan ên li gel Rûsya yên li Îdlibê wê bidomin û got: “Pirsgirêka Heyet Tahrîr el Şam bi şer çareser nabe. Eger em îdeolojî û çêkera wê li ber çavan bigirin, divê ev pirsgirêk bi stratejieke demdirêj bê destgirtin.”