NY wê bîlançoya mafên mirovan a Tirkiyeyê binirxîne

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî wê di Analîza Perîyodîk a Gerdûnî de li ser bîlançoya mafên mirovan a Tirkiyeyê bisekine.

Bîlançoya mafên mirovan a Tirkiyeyê wê ji aliyê Analîza Perîyodîk a Gerdûnî ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî were nirxandin. Wê ev civîn di 28’ê Çileyê de li Cenevreyê were kirin. Ev kom Tirkiye jî tê de wê bîlançoya 14 welatan binirxîne.

Nayê zanîn bê ka raporên li ser sûcên Tirkiyeyê yên li dijî mafên mirovan û şer di civînê de wê were nirxandin an na.

Analîza Perîyodîk a Gerdûnî ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bîlançoya mafên mirovan a 193 welatan dinirxîne.