NY ji Tirkiyeyê re got: Hûn ne li dijî terorê ne!

Di Rûniştina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de Nûnerê Sûriyeyê Aala diyar kir ku Tirkiye li Sûriyeyê ne li dijî terorê ye û berevajî wê piştgiriya terorê dike. Aala bal kişand ku hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Rûniştina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya 40’emîn a ku li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî hate destpêkirin, bi nîqaşan didome.

‘TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ DIDE TERORÊ’

Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyeyê Hussam Edîn Aala diyar kir ku Tirkiye li ser axa Sûriyeyê di pozîsyona dagirkeriyê de ye û got: “Dewleta Tirk ji sala 2011’an û vir ve li Sûriyeyê ji bo afirandin û belavkirina terorê rolekî girîng lîst. Ev rastî belgeyên xwe hene. Dewleta Tirk niha jî dixwazî van rastiyan berevajî bike. Tirkiyeyê deriyê xwe ji rêxistinên terorîst ên wekî DAÎŞ û El Nûsra re vekir û Tirkiyeyê alîkariya leşkerî, lojîstîk û maddî da van rêxistinên terorîst. Tirkiyeyê di warê zêdebûna terora li Sûriyeyê roleke mezin pêk anî. Tirkiye îro nikare bibêje ku ez li dijî terora li Sûriyeyê me. Erdogan berpirsê kuştin û birîndarkirina bi hezaran sivîlan e. Erdogan di heman demê de kanên aboriyê yên Sûriyeyê jî kiriye hedef. Ev tişt li dijî hiqûqa navneteweyî û li dijî şertên NY’yê ne. Erdogan ji ser penaberan, ji Yekîtiya Ewropayê piştgiriyeke ekonomîk stend. Tirkiye niha jî bi navê ‘herêma ewle’ dixwaze dagirkeriya xwe ya li herêmê mayînde bike.”

‘SEDEMA BÊÎSTÎKRARIYA SÛRIYEYÊ ERDOGAN E’

Aala diyar kir ku sedema bêîstîkrariya li Sûriyeyê, Erdogan e û got: “Ji ber piştgiriya Erdogan a ji rêxistinên terorîst e, bêîstîkrariya li herêmê didome. Heta ku Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê nekişîne wê îstîkrar pêk neyê. Divê NY di vî warî de berpirsyariya xwe pêk bîne. Tirkiye ji dêvila ku rejîma Sûriyeyê rexne dike, bila li bûyerên li nav xwe binihêre. Li Tirkiyeyê herî kêm 70 hezar girtiyên siyasî hene. Raporên saziyên navneteweyî yên di demên dawîn jî vî tiştî piştrast dikin.”