Norwêc, Spanya û Îrlandayê dewleta Fîlîstînê nas kirin
Di demekê de ku li Şerîda Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, Norwêc, Spanya û Îrlandayê ragihandin ku ew hebûna dewleta Fîlîstînê nas dikin.
Di demekê de ku li Şerîda Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, Norwêc, Spanya û Îrlandayê ragihandin ku ew hebûna dewleta Fîlîstînê nas dikin.
Serokwezîrê Îrlandayê Simon Harris bi Oslo û Madridê re daxuyaniyeke hevpar da û diyar kir ku Îrlanda jî wê dewleta Fîlîstînê nas bike. Simon Harris got, "Îro weke Îrlanda, Norwêc û Spanyayê em radigihînin ku dewleta Fîlîstînê nas dikin." Simon Harris got, "Ev roj ji bo Îrlanda û Fîlîstînê rojeke dîrokî û girîng e" û silav kir.
Serokwezîrê Norwêcê Jonas Gahr Støre li gel hişyariyên hikumeta Îsraîlê jî ragihand ku ji 28'ê Gulanê û pê ve wê hebûna dewleta Fîlîstînê nas bike.
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê êvara Sêşemê li ser medya X peyamek bi dîmen ji Dûblînê re şand û got, "Naskirina dewleta Fîlîstînê dibe ku we bike piyonek di destê Îran û Hamasê de." Roja Çarşemê Îsraîlê bang li sefîrên xwe yên bilind ên li Îrlanda û Norwêcê kir, ji bo 'şêwirmendiyê'.
Li gorî Îsraîlê, bêyî çareseriyeke bi danûstandinan naskirina dewleta Fîlîstînê wê ji bo Hamasê bibe xelatek.
Ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî jî têkildarî felaketa birçîbûnê hişyariyê dide.
Di demeke bi vî rengî de Dozgerê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî Karîm Khan roja Duşemê bi daxuyaniyekê xwest ku ji ber sûcê 'birçîhiştina sivîlan bi zanebûn', 'kuştina mirovan bi zanebûn' û 'îmha an jî kuştin' fermana girtina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê Yoav Gallant bê wergirtin.