Nobeta 'Ji Ocalan re azadî' bi koma ji Baselê didome

Nobeta 'Ji Ocalan re azadî' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê, di hefteya 349'an de, bi koma ji Baselê didome.

Nêzî 7 sal in li ber avahiya Konseya Ewroayê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakiya 'Ji Ocalan re azadî' didome. Her hefteyê komên ji deverên cuda yên Ewropayê nobedê dewr digirin.

Çalakiya ku hefteya din endamên Tevgera Jinan a bajarê Marsîlyayê dewr dewr girtibû, vê hefteyê bi koma ji bajarê Basel ê Swîsreyê didome. Koma nû ji Xezal Kazakistan ku ji Kurdên Kazakistanê ye, Mehmet Taş, Mamoste Tahir û Mehmet Goksungur pêk tê.

Endamên koma ji Baselê da zanîn ku êdî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd gihaştiye asteke ku nayê qebûlkirin û gotin, "Li hemberî tecrîdê di serî de Leyla Guven û Nasir Yagiz, li girtîgehan û Strasboûrgê, dîsa li gelek deverên cîhanê çalakiyên greva birçîbûnê yên bê dawî û bê dorveger pêk tên." Çalakgern bêdengiya CPT a li hemberî tecrîdê bi zimanekî tund rexne kirin.

Çalakgeran bang li gelê Kurd jî kirin ku di vê pêvajoya hesas de li her derê çalakiyên xwe zêde bikin.

Li qada çalakiya 'Ji Ocalan re azadî', komeke din ji bo piştgiriyê bide berxwedêrên greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kir. Çalakî doh ji aliyê koma ji PYD'iyan ve dest pê kir û 5 rojan carekê bi komên nû bê meşandin.