Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 607’an de didome
Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji sala 2012'an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya xwe ya 607'an de komeke nû dewr girt.
Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji sala 2012'an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya xwe ya 607'an de komeke nû dewr girt.
Li bajarê Strasbourgê bi pêşengiya Însiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dawî anîna tecrîdê çalakiya 'Nobeta Azadiyê' tê lidarxistin.
Çalakiya nobetê ji aliyê komên welatparêz ku her hefte ji herêmek cuda tên ve tê berdewam kirin.
Di hefteya 607’an a çalakiyê de koma ku ji çar kesan pêk tê û ji herêma Strasbourgê nobetê dewr girt.
Di nobeta vê hefteyê de Pîro Kizil, Suzan Tarhan, Cemîl Yurek û Îsmaîl Guneş cih girtin.
Berdevkê komê Pîro Kizil, da xuyakirin ku nêzî 12 sal in ew li ber Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) çalakiya nobetê lidar dixin û got, "Ji bo azadiya gelê Kurd xwedîderketina li Rêbertî û siberoja xwe, meseleyeke rûmetê ye."
Berdevkê komê bang li gel û ciwanên Kurd kir û got, "Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li siberoj û hebûna xwe ye. Em bang li her kesî dikin ku li dora Rêbertî bibin yek, raman û têkoşîna wî li her qadê belav bikin û xwedî li nirxên xwe derketin.”