BI DÎMEN

Nobeta Azadiyê di hefteya 628’an de bi biryardarî didome

Çalakiya nobetê ya ku 12 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê didome, di hefteya 628’an de bi koma ji herêma Hessen a Elmanyayê hate domandin.

NOBETA AZADIYÊ

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li Îmraliyê, ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve li bajarê Strasbourg ê Fransayê çalakiya “Nobeta Azadiyê” tê lidarxistin.

Hef hefteyê komek nû ji welatên cuda tê û nobetê dewr digirin. Di hefteya 628’an de koma 3 welatparêzên ku ji Giessen a girêdayî Hessen’ê hatine, nobet dewr girtin.

Mehmet Şerîf Narman, Haci Mûstafa û Omer Îkman ên ku çalakiya nobetê bi rêve dibin, bertek nîşanî bêdengiya saziyên navneteweyî dan û bang li CPT’ê kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Mehmet Şerîf Narman li ser navê komê axivî. Narman bi bîr xist ku herî kêm 40 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin û banga “Em xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin” kir.

Mehmet Şerîf Narman bal kişand ser pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ û got: “Em hêvî dikin ku bêdengiyê bişikînin. Divê em Rêberê mirovahiyê azad bikin.”