Nobeda ji Ocalan re azadî kete sala 9’an: KCDK-E wê nobedê dewir bigirin

Çalakiya nobeda ku li pêşiya saziyên Ewropa ya li Strasboûrgê ku bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî hatibû destpêkirin, 25’ê Hezîranê dikeve sala 9’an. Nobeda yekem a sala 9’an wê KCDK-E bigire.

Nobeda ‘Ji Ocalan re Azadî’ 25’ê Hezîrana 2012’an li pêşiya Konseya Ewropa (KE), Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê ya Ewropa (CPT) û Dadgeha Mafê Mirova a Ewropayê (DMME) hatibû destpêkirin. Ev çalakî çalakiya herî domdirêj û bê navber a Kurdistaniyan e.

Nobeda azadiyê di 25’ê Hezîranê de dikeve sala 9’an.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E ya bi vê boneyê daxuyaniyek da ragihand ku wê ji 21’ê Hezîranê heta 28’ê Hezîranê di nobedê de bin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk ên Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) wê li gel hemû nûner başûr, rojava, rojhilat, ol, federasyonên hemû welatan li gel nûnerên jin û ciwanan bi daxuyaniyekê çalakiya nobetê ya ku sala xwe ya 8’an tije dike dikeve sala 9’an dewir bigire.

KCKK-E’yê diyar kir ku wê 21’ê Hezîranê saet 12:00 nobedê dewir bigire û wê 25’ê Hezîranê jî wê bi tevlîbûna nûnerên saxiyên cuda, rewşenbîr û hunermendan, li cihê nobedê saet 11:00’an daxuyaniyek bê dayîn.

KCDK-E’yê domdar got: “Ev çalakiya ku heta Rêbertiya me azad bibe bi biryardarî wê bidome, heman demê ji bo têkoşînek hevpar a li dijî mêtingerî û faşîzmê jî xwedî wateyekî mezin e. Azadiya Rêberê gelê Kurd, tê wateya azadiya gelê herêmê, pêxistina jiyana azad û demokrasiyê. Şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tê wateya bi dawî bûna şer û pêşxistina azadî, jiyana wekhev û azad a gelan.”

25’ê Hezîranê saet 11:00’an wê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin. Em KCDK-E bang li hemû nûnerên saziyan, rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û hunermendan dikin ku tevlî daxuyaniya 25’ê Hezîranê bê lidarxistin bibin.”