Nobeda Azadiyê ji nû ve dest pê kir -NÛ BÛ

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 8 salan bênavber dewam kir û ji ber şewba Covîd-19 ji neçarî navber jê re hate dayin, ji nû ve dest pê kir.

Nobeda azadiyê, ku bi dirûşma 'Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re' li pêşiya Konseya Ewropayê pêk tê, kete hefteya 416'an. Çalakî di çarçoveya tevdîrên dijî şewba Covîd-19 de 11'ê Adarê bi rengekî demkî navber jê re hatibû dayin. Çalakiyê vê hefteyê bi beşdariya endamên Jin ên Ciwan ên Azad (JCA) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji nû ve dest pê kir.

Koma destpêkê ya ku doh çalakî dewr girt ji ciwanên Kurd ên bi navê Jiyan Aslan, Mervan Amed, Raman Bîlal û Aram Semsûr pêk tê.

'ÇALAKIYEKE DI ASTA STRATEJÎK DE GIRÎNG E'

Ciwanan têkildarî çalakiyê daxuyanî dan û destnîşan kirin, çalakiya ku wê hefteya bê bikeve sala xwe ya 9'an, di asta stratejîk de girîng e.

Ji Komîteya Amadekar a çalakiya nobedê Zulfu Bîngol jî diyar kir, ku gelê Kurd 8 sal in bi fedakariyeke mezin xwedî li çalakiya nobeda azadiyê derdikeve û ji niha û pê ve jî wê bi heman biryardariyê çalakiyê bidomîne. Bîngol destnîşan kir, Kurdên li Ewropayê wê heta azadiya Ocalan bi biryardarî çalakiyên xwe bidomînin.

8 SAL IN BI RENGEKÎ BÊNAVBER DIDOME

Nobeda Azadiyê, li herêmeke ku saziyên Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê lê ne, di 25'ê Hezîrana 2012'an de dest pê kiribû. Her hefte ji aliyê komek ji welatparêz û nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê ve tê meşandin. Hefteyê carekê jî jin ên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) beşdarî çalakiyê dibin.

Di çarçoveya çalakiyê de heta niha bi sed hezaran kesî re li ser fikrên Ocalan sohbet hatiye kirin. Her wiha bi daxwaza azadiya Ocalan di çarçoveya kampanya îmzeyan de li tevahiya cîhanê zêdeyî deh milyon îmze hatibûn komkirin.