Nobeda Azadiyê di hefteya 396’an de ye

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) ya bajarê Fransa Strasboûrgê pêk tê, di sala 8’an de didome.

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di heftea 396’an de didome.

Koma jinan a ji bajarê Freîbûrg a Elmanyayê hatîn nobed dewr girtin. Koma ku ji Leyla Topaz, Sadiye Sara û Emîne Yuksel pêk tê heta roja Yekşemê wê çalakiyê bidomînin. Nobed wê piştre ji aliyê komek nû ve were dewr girtin.

Li ser navê komê Leyla Topaz axivî û nerazîbûn nîşanî bêdengiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê da.

Topaz got ku divê tecrîd bi temamî bidawî bibe û wiha got; “Bi tecrîdê re şerê li dijî gelê Kurd jî kûrtir bû. Eger Kurd û demokratên Tirkiyê dixwazin Tirkiye demokratîk bibe divê bizanin ku Rêbertî azad bibe. Zilma tê kirin her kes dibîne û yekane rêya ji vê derketinê jî azadiya Ocalan e.”

Leyla Topaz bang li gelê Kurd yên li Dîasporayê dijîn kir ku bi hêz xwedî li çalakiya nobedê derbikevin.

Nobeda Azadiya Ocalan, bi daxwaza azadiya Ocalan 25’ê Hezîran 2012’an destpê kiribû. Heta niha zêdetirî 2 hezar kes beşdarî çalakiyê bûne. Çalakî weke çalakiay bê navber ya herî dirêj ya Kurdan tê dîtin.