Nobeda Azadiyê bi koma ji Rojhilatê Kurdistanê dewam dike

Çalakiya Nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di hefteya 586'an de bi koma ji endamên PJAK'ê dewam dike.

'Nobeda Azadiyê' ku 25'ê Hezîrana 2012'an de ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan destpê kir, dewam dike.

Çalakiya ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, di hefteya 586'an de bi koma ji Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. Kom ji Ronak Febevî, Şoreş û Serbest pêk tê.

Ronak Febevî bi navê komê daxuyanî da û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd nêzî 25 sal in li Îmraliyê dîlgirtî ye û anî ziman ku ji bo azadiya Abdullah ocalan 11 sal in gelê Kurd li ber saziyên Ewropayê yên li Strasbourgê di nobedê de ye.

Ronak Febevî ji zilma li rêber û gelê Kurd re got 'êdî bes e' û bang li alîgirên demokrasî û azadiyê kir ku dawî li tecrîdê bînin û ji bo azadiya Abdullah Ocalan piştevaniyê bikin.