Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' bi biryardarî didome
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, piştî betalkirina biryara kêfî ya qedexekirinê ya rayedarên Fransayê, ji nû ve dest pê kir.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, piştî betalkirina biryara kêfî ya qedexekirinê ya rayedarên Fransayê, ji nû ve dest pê kir.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 25'ê Hezîrana 2012'an li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 333'an de bi biryara Walîtiya Bas-Rhînê hatibû qedexekirin.
Destpêka meha Mijdarê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li heman qadê çalakiyeke berfireh hatibû lidarxistin, di navbera polîs û çalakgeran de şer derketibû û piştre çalakiya nobedê hatibû qedexekirin.
Lê belê di encama hewldanên komîteya amadekar de, biryara qedexekirina çalakiyê bi rêya dadgehê hefteya derbasbûyî hate rakirin. Çalakiya nobedê ku welatparêzên Kurd ên bi navê Erdal, Mûstafa û Ahmet hefteya bihurî nobedar bûn, bi hincetên cuda careke din hatibû astengkirin.
KOMA JI DORTMÛNDÊ NOBEDARÊ VÊ HEFTEYÊ YE
Komîteya amadekar ragihand, li gel astengiyan jî nobed di hefteya 338'an de bi heman 'biryardariyê' dewam dike. Koma ji bajarê Dortmûndê nobeda vê hefteyê dewr girt.
Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên bi navê Resûl Ay, Velî Davûlcû, Bahrî Qamişlo û Fahtî Amed in. Bi navê komê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşîna xwe bidomînin.
Endamên komê qedexekirina çalakiyê şermezar kirin û diyar kirin, doza Kurdan dozeke mafdar e û wê ti carî dest ji rêberê xwe bernedin.
Çalakgeran ji bo malbatên kesên roja Sêşemê li Strasboûrgê ji ber êrîşa çeteyê DAÎŞ'ê jiyana xwe ji dest dan, daxwaza sersaxiyê kirin.