Nobeda 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di hefteya 612'an de ye

Nobeda 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' ku 12 sal in li Strasboûrgê dewam dike, di hefteya 612'an de ye. Nobedarên vê hefteyê jî komek ji welatparêzên ji bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ye.

'Nobeda Azadiyê' ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê destpê kir, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve dewam dike.

Her hefte komek ji welatekî cuda yê Ewropayê tevlî nobedê dibe. Nobedarên hefteya 612'an jî sê welatparêzên ji herêma Hambûrgê ye.

Nobedarên vê hefteyê Erkan Yaşar, Haydar Arslan û Reza Behratnî ne.

Berdevkê komê Erkan Yaşar bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li zindanê ye û got, "12 sal in em li ber Konseya Ewropayê û CPT di nobedê de ne. Sê sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin."

Çalakgeran xwestin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe û gotin, "Heta ku Rêberê me azad nebe gelê Kurd jî azad nabe. Em ê azadiya Rêberê xwe pêk bînin."