Nîjatperestên Tirk ketine nava artêşa Elmanyayê jî

Derket holê ku nîjatperestên faşîst ên Tirk ên li Elmanayê vê carê jî xwe li nava artêşê bi cih kirine. Nîjatperestên ku derbarê wan lêkolîn hate destpêkirin, tê payîn ku têkiliya wan bi MÎT’ê re hebin.

Derket holê ku sîxûrên MÎT’ê yên li Elmanyayê xwe bi rêxistin kirine, salên dawî di serî de xwe li saziyên mîna emniyet, şaredarî û odeyên koçberan û gelek saziyên din xwe bi cih kirine, li ser Kurdan û Tirkan agahî kom dikin. Vê carê ji aliyê Hikûmeta Federal a di bin serokatiya Angela Merkel ve hate ragihandin ku komên nîjatperest ên li gel MÎT’a Tirk tevgerê dikin xwe li nava artêşê cih kirine.

Hefteya borî Endama Meclîsa Federal a Partiya Çep Ûlla Jelpke li ser xebatên nîjatperestan pêşnûme pirsek pêşkêşî hikûmetê kiribû. Hikûmet a bersiva pêşnûme pirsa Jelpke da, ragihand ku Servîsa Îstixbaratê ya Leşkerî ya Elman (MAD) derbarê 4 leşkerên Tirk ên li nava artêşê erkdar in, bi hinceta ku girêdana wan bi tevgera nîjatperest a Tirkiyeyê re heye, lêpirsîn dane destpêkirin.

HIKÛMET: NÎJATPEREST BI MÎT’Ê RE KAR DIKIN

Di bernameya ‘Report Maînz’ a televîzyona qenala ARD’ê ya duh bi şev hate weşandin de, di bersiva hikûmetê ya hate parvekirin de, hate diyarkirin ku ji ber helwestên zêde yên leşkerên mijara gotinê ew piştre sewqî disiplînê hatine kirin. Di bersiva pêşnûme pirsê de yek ji xala din a balkêş jî ew e ku nîjatperestên ku li Elmanya xwe rêxistin dikin, deketina têkiliya wê ya bi MÎT’ê re ye.

Di bersiva hikûmeta Federal de tê gotin ku kesên li pêş ên komên nîjatperest ji bo agahî bidin MÎT’ê li Elmanyayê bi rayedarên rejîma Erdogan re civiyane. Her wiha li gorî hikûmetê jî nîjatperest, di nava xwe de li ser xaka Elmanyayê perwerdehiya çek û bikaranîna wê jî dibînin.

JELPKE: NÎJATPEREST WEKE BASKEKÎ YÊ MÎT’Ê YE

Parlementera Partiya Çep Ûlla Jelpke ya li ser bersiva hikûmetê di televîzyona ARD’ê de nirxandin kir, destnîşan kir ku komên faşîst ên Tirk ji bo Elmanyayê xwetî talokeyekî mezin e. Jelpke anî ziman ku nîjatperest li Elmanyayê weke baskekî MÎT’ê kar dike, diyar kir ku li gel êrîşên fîzîkî yên komên nîjatperest ên bi çek, dor hatiye ji bo tirsê bixe dilê gel propagandayê jî dike.

Li gorî daneyên fermî yên hikûmetê li Elmanyayê 11 hezar endamên komên nûjatperest hene. Lê hejmara rast a tê texmînkirin ji hejmara hatî eşkerekirin hê zêdetir e. Meha Hezîrana borî komên nîjatperest li paytexta Evûtûrya Viyanayê êrîşî Kurdan û muxalîfên li dijî rejîma Erdogan kiribûn. Hikûmeta Evûtûrya ragihandibû yek ji kesên êrîş organîze kiribû, endamê saziyeke nîjatperest ê nêzî desthilata AKP-MHP’ê ya navenda wê li Elmanyayê ye.

BI KÊMANÎ 8 HEZAR SÎXÛRÊN MÎT’Ê HENE

Li Elmanyayê Saziya şstixbarata Tirk MÎT a li Elmanyayê di serî de li ser saziyên mîna DÎTÎB, sefaretxane, şirketên paravan, dîsa li ser wezîrên Tirk re tevnên sîxûriyê avakiriye, li vî welatê ku herî zêde nifûsa Kurd û Tirkiyeyî lê dijîn, êdî weke baxçeyê piştê yê mala xwe bikar tîne, ne sirek e.

Hikûmeta Federal a di bin serokwezîrtiya Angela Merkel de ku di demên dawî de ji nû ve têkiliyên xwe li gel rejîma Erdogan xurt kiriye, ji bo eşkerekirina xebatên der qanûnî yên MÎT’ê ku ji raya giştî re xwe dida paş. Li Elmanya ku tê texmînkirin ku bê kêmanî 8 hezar sîxûr û casûsên MÎT’ê aktîf kar dikin hene, lêpirsînên li ser sîxûrên Tirk hatin vekirin jî ji sembolîkbûnê wêdetir neçûye.