Newroz li Mannheîm, Toûloûse û Viyanayê hate pîrozkirin

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, li bajarê Toûloûse yê Fransayê û li bajarê Viyana yê Awûstûryayê Newroz bi çalakiyan hate pîrozkirin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin û zêdeyî 500 Kurd û dostên wan tevlî bûn. Kurd li Altewehcbachplatzê li hev kom bûn û ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girtin.

Serokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mannheîmê Halîs Dogan li çalakiyê axivî û destnîşan kir ku Kurd bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên gelê Kurd gihîştiye asta heyî.

Parlamenterê berê yê Şirnexê yê HDP'î Faysal Sariyildiz jî destnîşan kir ku îsal wê bibe sala azadiya Abdullah Ocalan û mijara hilbijartinê nirxand.

Piştî axaftinan dayikên şehîdan agirê Newrozê dadan û govend hate gerandin. Di çalakiyê de dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Jin, Jiyan, Azadî' hatin qîrîn.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê li başûrê Fransayê Kurd li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin. Piştî axaftinên li pîrozbahiyê agirê Newrozê hate dadan û govend hate gerandin. Farqîn Azad û Hozan Devrîm derketin ser dikê û pîrozbahiyê heta derengiya şevê dewam kir.

VIYANA

Li bajarê Viyana yê Awûstûryayê bi pêşengiya FEYKOM'ê çalakiya Newrozê hate lidarxistin. Pîrozbahiyê saet di 18:00 de li Resslparkê destpê kir û endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurd (YXK) jî tevlî bûn. Di axaftinan de işaret bi wateya Newrozê ji bo gelê Kurd û gelên herêmê hate kirin. Her wiha serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Îranê bi taybetî hate nirxandin.

Berdevka HDP'ê ya li Elmanyayê Leyla Îmret jî tevlî pîrozbahiyê bû.

Di çalakiyê de Koma Rojava derkete ser dikê. Her wiha Hîvron jî hunera xwe pêşkêş kir.