BI DÎMEN

Newroz li Londonê bi heybet hate pîrozkirin

Newroz li Londonê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newrozê de hate gotin, "Jiyanek bê Rêbertî li me heram e, faşîzm wê têk biçe, Rêber Apo wê azad bibe."

NEWROZA LONDONÊ

Li paytexta Îngilistan Londonê, Newroz îsal bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, çareseriya aştiyane ji pirsgirêka Kurd re" li Parka Fînsbûryê bi beşdariya bi hezaran kesî hate pîrozkirin.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir. Dika pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan û şehîdên Newrozê hate xemilandin. Her wiha qada pîrozbahiyê bi wêneyên şervanên Îngilîz ên YPG'yî, Fîraz Dag ên li Rojava şehîd bûn û wêneyên Atakan Mahîr, Sînan Dersîm û Îbrahîm Kaypakkaya hate xemilandin.

'JIYANEKE BÊ OCALAN LI ME HERAM E'

Destpêkê hunermend Merwan Şan û Mîr Perwer hunera xwe pêşkêş kirin. Girseya gel li ber stranên Şan û Perwer govend gerand.

Axaftina destpêkê ya Newrozê jî ji aliyê Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Aso Mamalî û Saît Sûrûç ve hate kirin. Hevserokan diyar kirin ku Newroz roja azadî, berxwedan û vejîna neteweyî ya gelê Kurd e û gotin, "Newroz navê paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo ye."

Hevserokan bi dewamî gotin, "Weke gelê Kurd em dibêjin, Rêber Apo yekane îradeya gelê Kurd e. Dîlgirtina Rêber Apo dîlgirtina gelê Kurd e, azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e, li cihê ku Rêber Apo lê ne azad e jiyan li me heram e. Faşîzm wê têk biçe û Rêber Apo wê azad bibe."

Piştre Şaredarê Lambethê Sarbaz Barznjî, Şaredara Enfîeldê Sûna Hûrman, Parlamentera Partiya Karker Catherîne West û parlamenterê serbixwe Bambos Charalamboûs axivîn. Qisekeran Newroz li gelê Kurd pîroz kirin, diyar kirin ku Newroz îradeya aştî, piştevanî, yekîtî û têkoşînê ye û girîngiya mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd destnîşan kirin.

Di şahiyê de hunermend Beser Şahîn, Necmeddîn Xulamî hunera xwe pêşkêş kirin û girseya gel li ber stranên wan govend gerand.

Piştre jî siyasetmedarê Kurd Ahmet Yildirim û Serokê berê yê Partiya Karker Jeremy Corbyn axivîn.

Ahmet Yildirim bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û destnîşan kir ku gelê Kurdistanê wê bi têkoşîn û berxwedanê teqez statuyekê bi dest bixe.

'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'

Corbyn jî anî ziman ku ew bi têkoşîna gelê Kurd re ye û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike. Corbyn destnîşan kir ku heta Abdullah Ocalan azad nebe azadiya gelê Kurd pêk nayê û bang li her kesî kir ku ji bo Pêngava Azadiyê bixebitin.

Di dawiya pîrozbahiyê de jî Koma Zelal û Hozan Dîno derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.