BI DÎMEN

Newroz li Lîverpoolê bi coş hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarê Lîverpool ê Îngilistanê bi coş Newroz pîroz kirin û gotin, "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye."

NEWROZA LI LÎVERPOOLÊ

Yek ji bajarên girîng ên Îngilistanê ku Kurd lê zêde ne Lîverpool e. Li vî bajarî bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan Newroz hate pîrozkirin.

Çalakiya Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê destpê kir û dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn. Piştre jî girseya gel sirûda 'Çerxa Şoreşê' xwend.

Di destpêkê de bi navê Komîteya Amadekar axaftin hate kirin û Newroz li gelê Kurd hate pîrozkirin.

Li pîrozbahiya Newrozê ku Kurdistanî bi kincên xwe yên neteweyî tevlî bûn dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana gerîla", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" hatin qîrîn.

Di destpêkê de hunermend Merwan Şan derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

Piştre Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Saît Sûrûç axivî û nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Abdullah Ocalan da. Sûrûç got, "Weke gelê Kurd em dibêjin, 'Rêber Apo yekane îradeya gelê Kurd e. Dîlgirtina Rêber Apo dîlgirtina me hemûyan e, dîlgirtina tevahiya gelê Kurd e. Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e. Heta ku Rêber Apo azad nebe ne gelê Kurd ne jî gelên Rojhilata Navîn azad dibin."

Piştre peyama Parlamentera Partiya Karker a Lîverpoolê Paûla Baker hate xwendin, ku Newroz pîroz kir.