Netewên Yekbûyî ji bo kampa Holê bang kir

Netewên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ji Kanûna 2018’an ve nêzî 45 hezar kes ji Baxoz û Hecîn ên Dêra Zorê hatine kampa Holê û banga alîkariyê kir.

Koordînasona Alîkariya Mirovî ya Netewên Yekbûyî (OCHA) daxuyaniyek da, balkişand li ser rewşa mirovên ku ji Baxozê direvin û banga alîkairyê li civkaa navnetewî kir.

‘DI HEFTEYEKÊ DE 13 HEZAR MÎROB HATIN KAMPÊ’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tenê hefteya derbasbûyî 13 hezar mirov ku 90 ji sediyê wê jin û zarok in hatine kampa Holê ya Hesekê û hate gotin; “Piraniya mirovên ku ji herêma şer hatin bê hal in, nexweş û birçî e. Zêdetirî kapasîteya kampê mirov hene.”

DI 4 MEHAN DE BI GIŞTÎ 45 HEZAR MIROV HATIN

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji Kanûna 2018’an ve 45 hezar mirov ji herêma Baxoz û Hecin ên Dêra Zorê hatine kampa Holê û hate gotin; “Yên reviyan ragihandin ku sivîlên li herêmê bêhêvî û pêdiviya wan bi alîkariyê heye.”

‘DIVÊ EM BERSIVÊ BIDIN PÊDIVIYÊN LI KAMPÊ’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di rêya hatina kampa Holê de zarokekî 5 salî miriye û ev tişt hate diyar kirin; “Welatiyên ku hatine kampê gelek ji wan rakirine nexweşxaneyê. Kêmbûna xwarinê, kêmahiyên tibbî hene. Divê bersiv ji pêdiviyên kampê û kapasîteya kampê re were dayîn.”

BANGA ALÎKARIYÊ

Di daxuyaniyê de ji bo mirovên hatine kampê banga ketina tevgerê ya lezin hate kirin û wiha hat gotin; “Ji bo pêdiviyên kampa Hol û derdora wê  û ji bo rizgarkirina jiyana kesên nû hatine pêwîstî b alîkariyê heye. Weke lezgîn divê pêdiviyên tenduristî, parastin û ji bo kesên nû werin xwarin û sitargehê heye.”

KRÎZA MIROVÎ DIDOME

Di daxuyaniyê de hate gotin ku krîza mirovî ya 8 salên şer hê jî didome û daxuyanî wiha bidawî dibe; “Îro li Sûriyeyê 11.7 mîlyon mirov pêwistiya wan bi alîkariyê heye. Îro zêdetirî 2 mîlyon zarokên keç û xort ji perwerdehiyê dur in. Li rex van pêdiviyan her çiqas asta şîdetê kêm bibe jî Sûriyeyî pirsgirêka ewlehiyê dijîn. Hê jî şîdet li mirovan tê kirin, jin, zarok, kesên bi temen û gelek pêkhate bi awayekî bêewlehî dijîn. Li aliyê din her roj hejmara koçberan zêde dibe. Di sala 2016’an de hejmara kesên ji cihê xwe çûyîn 6 mîlyon bû îro ev hejmar bûye 6,2 mîlyon. Hejmara Sûriyeyên li welatên cîran dijîn jî ser 5.6 mîlyonî re ye.”