nd: Zanist li Hamburgê hat qedexekirin

Ji ber ku zanîngeha Hambûrgê konferansa ‘Em dinyaya xwe dixwazin’ qedexe kir, rojnameya Neues Deutschland (nd) bi sernavê ‘Li Hambûrgê zanist hate qedexekirin’ ev qedexekirin kir manşet.

Ji ber zextên saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê Rêxistina Parastina Makeqanûnê û bi biryara Rektorê Zanîngeha Hambûrgê Prof. Dr. Haûke Heekeren konferansa bi navê ‘Em dinyaya xwe dixwazin’ li kampusa zanîngehê hatibû qedexekirin.

Komîteya Xwendekarên Giştî ya Zanîngeha Hambûrgê (AStA), Tora Lêgerîna Alternatîf û Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ya Navneteweyî ya li Kurdistanê ev konferans organîze dikir. Yek ji rojnameyên rojane yên Elmanyayê Neues Deutschland (nd) astengkirina konferansê bi sernavê ‘Li Hambûrgê zanist hate qedexekirin’ anîne rojevê.

Ji Elmanya, Ewropa û gelek welatên dinyayê 1300 kes ji bo konferansê hatibûn vexwendin. Zanyarên navdar ên cîhanê John Holloway û Marîa de Jesus Patricio Martinez ku di sala 2018’an de namzeta serokkomariya Meksîkayê jî wê di konferansê de biaxiviyana.

GELO HINCETA ÎSTÎXBARATÊ EBRU GUNAY E?

Rojnameyê agahî ji çavkaniyên nêzî zanîngehê stend û li gorî agahiyan sedema qedexeyê ev e ku wê Berdevka HDP’ê Ebru Gunay di konferansê de biaxive.

Hate diyarkirin îstîxbaratê destnîşan kiriye ku Gunay demekê parêzertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û ev tişt kiriye hincet. Di nûçeya rojnameyê de ya ku ji aliyê Chrîstoper Wîmmer ve hatiye amadekirin, tê diyarkirin ku Gunay a niha li Tirkiyeyê rêvebera partiyeke legal e, îstîxbarat û rektorê zanîngehê jî naxwazin vî tiştî bibînin.

Ji bo ku rektorê Zanîngeha Hamburgê Prof. Dr. Haûke Heekeren dev ji biryara xwe ya qedexeyê berde, zanyarên navdar ên dinyayê Noam Chomsky, Silvia Federici, Prof. Jason W. Moore, Prof. Norman Paech û Prof. Andrej Grubacîc jî di nav de ye, gelek akademîsyenan dest bi kampanyaya îmzeyan kirine. Heta niha herî kêm 300 kesan îmze dane kampanyayê.