Partiya Çepgir a Swêdê Îspanya, Polonya û Portekîz jî di nav de ji 13 welatan çepgir û sosyalîst di konferansekê de anîn ba hev.
Parlementerê berê yê HDP’ê Nazmî Gur di roja duyemîn a konferansê de axivî û hilbijartina li Tirkiye û Kurdistanê nirxand.
Gur derbarê grevên birçîbûnê, beşdar agahdar kir.
Gur bi mînakên şênber qala zext û êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd kir û bal kişand ser vî tiştî ku hilbijartina herêmî di şertên azad de pêk nehat. Gur diyar kir ku tifaqa AKP û MHP’ê di hilbijartinê de derberke mezin xwariye.
Gur bal kişand ser vî tiştî ku paradîgmaya Ocalan li çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê gelan ve hatiye qebûlkirin û ev paradîgma li Rojava ketiye pratîkê.
Gur diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li dijî zagonên li Tirkiyeyê ye û ev tecrîd li ser hemû gelên Rojhilata Navîn tê kirin û got ku “Ji bo li welat aştî pêk were, divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.”