Hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç bi daxuyaniyekê nasnameyên kesên di êrîşa bi ser Navenda Çandê ya Kurd a li Parîsa paytexta Fransayê de şehîd bûn, eşkere kirin.
Daxuyanî li Parîsê hat dayîn. Goksûngûr Tirkî, Koç jî Kurdiya daxuyaniyê xwend. Hevserokan diyar kir ku kesên şehîd bûne Evîn (Emîne Kara) a pêşengeke ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdûllah Kizil in.
Hevserokan bang li hemû Kurdan kir ku ji bo protestokirina êrîşa terorî û şermezarkirina xemsariya Fransa ya li dijî rejîma faşîst a Tirk, tev li xwepêşandana mezin bibin ku wê sibehê, 24’ê Kanûnê roja Şemiyê saet di 12.00’an de li Place de la Répûblîqûeyê bê lidarxistin.