BI DÎMEN

Murşîde Oltan: Li dijî tecrîd, dagirkerî û xiyanetê rabin

Murşîde Oltan diyar kir ku tecrîd îro sûdê ji xiyanetê jî werdigire û bang li gelê Kurd kir ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla û girtiyên li zindanan derbikevin.

Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî, 25’ê Hezîrana 2012’an ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Nobeta Azadiyê’ da destpêkirin. Nobet ket hefteya 629’emîn.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê her hefteyê komên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn, bi rengê kom nobetê dewr digirin. Nobet her hefteyê 7 rojan, di navbera saet 7.30 û 16.30’an de tê domandin.

Di çalakiyê de sûcên mirovahiyê yên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine kirin, tên teşhîrkirin û bêdengî û hevkariya saziyên Ewropayê ya li hemberî van sûcan, tê şermezarkirin. Bang li saziyên Ewropayê tê kirin ku wezîfeyên xwe bi cih bînin.

Çalakî di sala xwe ya 13’an de dewam dike. Di hefteya 629’emîn de malbata Oltan a ji bajarê Darmstad a Elmanyayê hatî, nobet dewr girt. Komê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakî dewr girt. Murşîde Oltan, hevjînê wê Selîm Oltan û keça wan a 8 salî Sara di komê de cih digirin.

Murşîde Oltan spasiya her kesê ku keda wî/ê di Nobeta Azadiyê ya 13 salî de heye, kir û bi bîr xist ku weke malbat ew her sal beşdarî nobetê dibin. Oltan wiha got: “Dewleta dagirker bi Komploya Navneteweyî 25 sal in Rêbertiya me ji me qut kiriye. Lê belê Rêbertiya me bi fîzîkî bi me re nebe jî, her tim bi me re ye. Rêbertî rêya azadiyê nîşanî jinên Kurd da. Em tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin. Ev tecrîd li dijî me hemûyan e. Em dibînin ku îro ev tecrîd sûdê ji xiyanetê jî werdigire. Dewleta Tirk a faşîst û dagirker 3 sal in bi hemû rêbazên qirêj dixwaze îradeya gelê Kurd ji holê rake. Îradeya gelê Kurd, Rêbertiya me û gerîla ye. Di serî de jin, ciwan û gelê Başûrê Kurdistanê, ez bang li hemû gelê Kurd dikim ku li dijî dagirkerî û xiyanetê rabin.”

Murşîde Oltan ev tişt jî got: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê zarokên her 4 parçeyên Kurdistanê ne. Li kuderê êrîşek hebe, gerîla li wir e. Dema li Rojava êrîş çêdibe gerîla diçe wir, dema li Başûr êrîş çêdibe dîsa gerîla li dijî radibe. Ez bang li hemû gelê Kurd dikim; Em xwedî li Rêbertiya xwe, gerîlayên xwe û hevalên xwe yên di zindanan de derbikevin.”