MRAP'ê bang li Neteweyên Yekbûyî kir: Serdana Îmraliyê bikin!

MRAP ku tecrîda li Îmraliyê xist rojeva rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, bang li Komîteya li dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku tavilê serdana Îmraliyê bike.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Rûniştinên Mafên Mirovan ên 57'emîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ku li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê 9'ê Îlonê destpê kirin û wê heta 9'ê Cotmehê dewam bikin, bi nîqaşkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li welatan dewam dikin. Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP) deklarasyoneke nivîskî pêşkêşî rûniştinan kir û bal kişand ser kiryarên bêhiqûqî yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û şert û mercên êşkenceyê yên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav de tê ragirtin.

ÊRÎŞ LI HEMÛ NIRXÊN KURDAN TÊ KIRIN

Di deklarasyonê de hate ragihandin ku dewleta Tirk destûra xwe ya bingehîn û hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî binpê dike, li dijî gelê Kurd li her qada jiyanê cihêkariyê û zextê dike û hate destnîşankirin ku ev kiryar bi rengekî yekser binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Di deklarasyonê de êrîşên dema dawî yên li ser çand û zimanê Kurd hate bibîrxistin û hate gotin, "Di serî de kinc, folklor û muzîka Kurdî li dijî sembolên çandî yên gelê Kurd nêzîkatiyeke nijadperest a dewleta Tirk heye û vê yekê dike hinceta girtinê."

GIRTÎGEH VEGUHERÎNE NAVENDA ÊŞKENCEYÊ

Di dewama deklarasyonê de qala bêhiqûqiya li dijî girtiyên siyasî û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehên Tirkiyeyê hate kirin û hate gotin, bi qanûnên ku ji bo astengkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine amadekirin, mafê hêviyê yê mehkûmên siyasî ji wan têne standin.

Hate destnîşankirin ku bi cezayên dîsîplînê û tecrîdê êşkenceyeke giran li mehkûmên siyasî tê kirin û hate gotin, "Bi hinceta ku karê çandî yê Kurdî kiriye, yan jî di dema çûyîna nexweşxaneyê de lêgerîna li nava dev red kiriye, di serjimartinê de li ser piyan namîne, tevlî greva birçîbûnê ya li dijî êşkence û kiryarên xerab bûye, bi nêzîkatiyeke nijadperest cezayên dîsîplînê têne birîn. Kesên ku cezayên dîsîplînê li wan tê birîn jî li hucreyan têne tecrîdkirin û hevdîtina bi malbat û parêzeran re, her wiha axaftina bi telefonê bi hefteyan têne astengkirin."

ÎMRALI BÛYE NAVENDA BÊHIQÛQIYÊ

Di deklarasyonê de hate ragihandin ku Girtîgeha Girava Îmraliyê bûye navenda kiryarên bêhiqûqî yên li girtîgehan û hate gotin, "Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve tecrîdkirî ye, li hucreyekê tê hiştin û hevdîtina parêzer û malbatê timî tê astengkirin. Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve têkilî bi Abdullah Ocalan û sê girtiyên din ên li Îmraliyê re nikare bê danîn. Her wiha gelek mehkûm tevî ku cezayên li wan hatine birîn qediyane jî nayên berdan. Cezayê girtîgehê û tecrîda demdirêj bi kêfî têne dirêjkirin ku ev yek weke êşkenceyê tê dîtin."

Di deklarasyonê de işaret bi rewşa girtiyên nexweş hate kirin û hate ragihandin ku li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 1417 mehkûmên nexweş hene ku rewşa 651 ji wan giran e.

Deklerasyonê rûniştinên dawî yên Komîteya li dijî Êşkenceyê ya NY û pêşniyarên ji bo Tirkiyeyê bi bîr xist û destnîşan kir ku li gel pêşniyarên komîteyê jî Abdullah Ocalan û sê mehkûmên din ên li Îmraliyê girtî ne nikarin malbat û parêzerên xwe bibînin.

TI JI PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BI CIH NAYÊN ANÎN

Di deklarasyonê de hate gotin, "Tirkiye tevî ku aliyekî gelek peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye, biryar û pêşniyarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û mekanîzmayên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî bi cih nîne" û ev bang li dewleta Tirk hate kirin:

Peymanên ku mohra xwe daniye binî bi cih bîne.

Biryar û pêşniyarên ku Saziyên Ewropayê yên bicihanîna peymanan dişopînin, bixe meriyetê.

Biryar û pêşniyarên mekanîzmayên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî bi lezgînî pêk bîne."

DIVÊ TAVILÊ SERDANA ÎMRALIYÊ BÊ KIRIN

Di deklarasyonê de hate ragihandin ku Konseya Mafên Mirovan a Ewropayê li hemberî sûcên ku li dijî gelê Kurd têne kirin divê bi berpirsyarî rabe û herî dawî ev bang hate kirin:

"Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û hemû yekîneyên taybet divê bi taybetî bala xwe bidin ser rewşa li Tirkiyeyê.

Komîteya Jêrîn a Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê ji bo tavilê biçe serdana Îmraliyê, daxwazê bike."