Mogherînî: Divê ji bo Leyla Guven gav were avêtin

Parlamnetera Sinn Féin li Parlamnetoya Ewropayê Martîna Anderson ji bo Leyla Guven nameyek nivîsî. Nûnera Bilind a Politîkayên Ewlehî û Karên Derve ya Yekîtiya Ewropa Federîa Mogherînî bersiv da Martîna Anderson.

Ji parlamneterên Sinn Féin li Parlamentoya Ewropayê Martîna Anderson ji bo Hevseroka KCD’ê û Parlamnetera HDP’ê Leyla Guven a ku 115 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye nameyek nivîsî. Nûnera Bilind a Politîkayên Ewlehî û Karên Derve ya Yekîtiya Ewropa Federîca Mogherînî bersiv da nameya Anderson.

Mogherînî ev tişt diyar kir;

“Hempîşeya min a hêja,

Ji bo nameya ku têkildarî Leyla Guven ku ji ber fikarên di mijarên şert û mercên Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, spasî dikim.

Ji ber rewşa xirab a tenduristiyê di demek nêz de ji girtîgehê berdana wê gaveke baş e. Em ê ji nêz ve bûyeran bişopînin û fikarên xwe yên di derbarê Leyla Guven û girtiyên din de bi rayedarên Tirk re bînin rojêve. Di daxuyaniya Yekîtiya Ewropa ya Konseya Daîmî ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewrpayê (REHE) de me ev kir. Me daxwaz ji rayedarên Tirk kir ku têkildarî selametiya Leyla Guven pêngava bavêjin.

Tirkiye welatekî namzet û endamê avakerê Konseya Ewropayê ye. Yekîtiya Ewropa ji Tirkiyeyê dixwaze ku parlamentên girtî yên di girtîgehê der berde û li gorî pêşnûmeya Komîsyona Venedîkê ya pêşkêşî DMME’yê kirî dest li parlamneteran nede û demorkasiyê biparêze.

Yekîtiya Ewropa ji bo pêvajoya aşitî û çareseriyê ya li başûr rojhilatê Tirkiyeyê amadeye alîkariyê bike.”