MLKP: Hevrê Zafer Aydin li eniya Til Temirê gihîşt asta nemiriyê

MLKP Kurdistanê got: ‘’Hevrêyê me Zafer Aydin li eniya Til Temirê gihîşt asta nemiriyê. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê bênavber bimeşînin û dev ji hesabpirsînê bernedin.’’

DAXUYANIYA MLKP’Ê YA DERBARÊ ŞEHÎD

Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst a Kurdistanê (MLKP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe de got: ‘’Hevrêyê me Zafer Aydin di çalakiya tolhildanê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ku di çalakiyê de gelek çete hatin cezakirin, tevlî karwanê şehîdan bû.’’

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

‘’Hevrêyê me Zafer Aydin ku li Rojava û li Herêmên Parastinê yên Medyayê navê Dilşêr Rênas li xwe kiribû, li eniya Til Temirê di çalakiya li dijî çeyeyên li gundê Êrîşayê de asta şoreşgertiya fedayî gihand astên herî jor.

Hevrêyê me Zafer di çalakiyê de erka pêşengtiyê li xwe kir ku di wê çalakiyê de 6 çete hatin cezakirin, li gel hevrêyên xwe yên QSD’yî  heya ser mewzîyên dijmin çû û çete ji hev belav kirin. Hevrêyê me li Til Temirê li ser xakên me yên şoreşê yên dagirkirî li dijî nuqteyên dijmin keşfa gelek çalakiyan pêk anî, koordîne kir û bi xwe jî di nava gelek çalakiyan cih girt. Hevrê Zafer Aydin di çalakiya xwe ya dawî de bi biryardariya hesabpirsînê bi lehengiyeke bêhempa derbên giran li dijmin xist û di kêliyên çalakiyê de birîndar bû û tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevrêyê me Zafer di sala 2015’an de partiya me nas kir û bi tevlîbûna xebatên 1’ê Gulanê dest bi çalakiyên xwe yên şoreşgertiyê kir. Hevrêyê me di kêliya Komkujiya Pirsûsê de li wir bû ku komkujî di 20’ê Tîrmeha 2015’an de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû kirin. 33 hevalên hevrêyê me di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn ku hevrê Zafer jî di wê êrîşê de birîndar bûbû. Ev yek bûbû sedem ku feraseta hesabpirsînê li gel hevrêyê me ava bibe.

Hevrêyê me weke zarokekî malbateke Tirk mezin bû. Di wê baweriyê de bû ku dizanî têkoşîna ji bo Kurdistaneke azad, yekbûyî û sosyalîst di heman demê de tê wateya têkoşîna azadiya wî bi xwe jî. Hevrêyê me Zafer bi vê hişmendiyê ji Behra Reş bi rê ket û berê xwe da xakên şoreşê yên Rojava. Piştî perwerdeyên li vir li çiyayên Kurdistanê weke gerîlayekî cihê xwe girt. Bi salan li çiyayên Kurdistanê ma û tevlî şerê Garê jî bû. Di çalakiyan de gelek caran birîndar bû lê belê vê yekê kir ku îrade û hişmendiya wî xurttir bibe.

Hevrêyê me piştî demekê ji bo parastina şoreşê berê xwe da Rojava. Zimanê Kurdî elimî û ji bo ku têkiliya xwe ya li gel şervanên Ereb xurttir bike jî dest bi elimandina Erebî kir. Di jiyan û çalakiyan de bi dil can erkên xwe yên fermandariyê bi cih anîn. Bi şanazî alaya Tûgayê ku ji fermandarên şehîd Serfîraz Nîdal û Kemal Pîr dewr girt, li ba kir. Girêdayî xeta şoreşgeriyê ya MLKP’yê weke fermandarekî ciwan gihîşt asta nemiriyê.

Em soz didin gelê Behra Reş ê kedkar û ciwanên wê yên serhildêr ku em ê ji bo şoreşa Tirkiye û Kurdistanê ya yekbûyî û ji bo ciheneke wekhev heya dawiyê têbikoşin û şer bikin.

Em bang li hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê dikin ku rê nedin kesên ku bi rêya nijadperestî û şovenîzmê gelên me ji hev cuda dikin. Em bang li jin, ciwan, karker û kedkaran dikin ku li dijî kapîtalîzm, faşîzm û dagirkeriyê werin di refên partiyê de têbikoşin.’’