MLKP’ê salvegera 45’emîn a damezrandina PKK’ê pîroz kir
Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP’ê salvegera 45’emîn a damezrandina PKK’ê pîroz kir.
Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP’ê salvegera 45’emîn a damezrandina PKK’ê pîroz kir.
Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP’ê daxuyaniyek nivîskî da û salvegera 45’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz kir ku 27’ê Mijdara 1978’an hatiye damezrandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her roj êrîşên dewleta Tirk a qirker zêdetir dibin û destnîşan kir ku ev êrîş li hemberî berxwedana bi rûmet a PKK’ê û gelê Kurd pûç dibin
MLKP’ê wiha got: “Em sala 45’emîn a damezrandina PKK’ê ku pêkhateyeke girîng a HBDH’a me ye, pîroz dikin. Di şexsê Rêber Ocalan de, vê îradeya şoreşger ku ev dîrok afirandiye silav dikin. Em şehîdên xwe yên nemir bi rêzdarî, minetdarî û dilsoziyeke mezin bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Bi xwesteka ku sala 46’emîn bibe sala serkeftinê…”