‘Mirov dikare bi paradîgmaya Abdullah Ocalan xisara ku Lozanê daye, derbas bike’
Li dijî Peymana Lozanê panel hat lidarxistin. Di panelê de hat destnîşankirin ku çareserî paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Li dijî Peymana Lozanê panel hat lidarxistin. Di panelê de hat destnîşankirin ku çareserî paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Ji aliyê Komîteya 2023’an a Lozanê ve di çarçoveya rêzepanelên ku di meha Nîsanê de hatibûn destpêkirin, li Qesra Rûmîneyê ku Peymana Lozanê lê hat îmzekirin, panelek bi sernava “Ji Peymana Lozanê wêdetir: Ji bo şer mirov dikare kîjan çareseriyên aştiyane bibîne?” hat lidarxistin.
Parlamenterê Tîcono Kanto yê Swîsreyê Dr. Beppe Savary moderatortiya panelê kir. Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, Ji Zanîngeha Graz a Avûstûryayê Profesor Bîlgîn Ayata, ji Zanîngeya Silêmaniyê Profesor Pîshko Hamatar û Zanistvanê Siyasetê Abbas Valî semîner dan.
HAMATAR: KURD JI LOZANÊ HETANÎ ÎRO TÊKOŞÎNA XWE DIDOMÎNIN
Prof. Pîshko Hamatar qala pêvajoya dîrokî ya bi nêzbûna Peymana Lozanê re kir û got ku gelê Kurd ji Lozanê hetanî îro li 4 parçeyên Kurdistanê têkoşîna xwe ya azadiyê didomîne.
AYATA: ŞOREŞA ROJAVA JI BO HERÊMÊ DIBE KU DI PÊŞEROJÊ DE BIBE ÇARESERÎ
Bîlgîn Ayata qala çêkera dewleta Tirk ku bi Peymana Lozanê çêbû, kir û anî ziman ku kodên dewleta nû ya hatî çêkirin, li ser bingehê yekşexsîtiyê hatiye avakirin. Prof. Ayata qala tevî encamên giran ên a Peymana Lozanê avakirina Peymana Lozanê kir û ev tişt got: “Îro li li navenda sîstema ku li Rojava hatî avakirin, jin cihê xwe digirin. Ev sîstema ku bi pêşengiya jinan hatî avakirin, ji bo herêmê dibe ku di pêşerojê de bibe mînakeke çareseriyê.”
DÎCLE: ÇARESERÎ DI PARADÎGMAYA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK DE YE
Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle ji bo tunekirina encamên giran û pirsgirêkên herêmê, îşaret bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Dîcle di berdewama semînera xwe de bi berfirehî qala projeya Konfederalîzma Demokratîk kir ku mîmarê wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
ABBAS VALÎ: ÇARESERÎ DI AVAKIRINA SÎSTEMÊN PIR NASNAMEYÊ DE YE
Siyasetmedarê Kurd Abbas Valî weke onlîne beşdarî panelê bû û semîner da. Abbas Valî destnîşan kir ku ji bo tunekirina xisarên ku Peymana Lozanê daye gelan, li herêmê divê sîstemên pir nasname û çandî bên avakirin û ji bo vê yekê jî îşaret bi girîngiya paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan kir.