BI DÎMEN

Mîhrîcana Kolanan a li Viyanayê bi dawî bû

Li Viyanayê 2 roj berê ji bo 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava Mîhrîcana Kolanan hatibû lidarxistin, bi dawî bû.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi boneya 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava Mîhrîcana Kolanan a 2 rojan hat li darxistin, îro bi dawî bû. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK), Meclîsa Jinan a Avestayê, komên Ermen û gelek enternasyolaîst bi vekirina standan piştgirî dan mîhrîcanê.

Roja duyemîn a mîhrîcanê li Resselparkê hat lidarxistin û heta saetên dereng berdewam kir. Li ser navê Feykomê daxuyanî da dayîn û der barê Şoreşa Rojava de ev tişt hatin gotin: “12 sal berê di Tîrmeha 2012’an de li Rojava Şoreşa Jinê ya radîkal-demokratîk dest pê kir. Ji wê demê û vir ve ev şoreş li hemberî hêzên paşverû yên DAÎŞ û hêzên dagirker ên weke Tirkiyeyê ku ji hêla dewletên NATO’yê ve tê parastin. Şoreşa Jinê ya Rojava mînakeke bêhempa û îlhamê ya têkoşîna wekhevî û azadiyê ye. Jin ne tenê li dijî zilm û tundiyê têdikoşin, di heman demê de ji bo avakirina civakek wekheviya zayendî û demokrasiyê têdikoşin. Em ji ruhê têkoşîna gelê Rojava îlham digirin.”

Di mîhrîcanê de kurtejiyan û wêneyên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dîwar hatin daliqandin.

Di mîhtrîcanê de standên pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, aksesûar û xwarinê hatin vekirin, lîstikên kişik, tavol û tenîsa maseyê hatin lîstin.

Pîrozbahî heta saetên dereng bi gerandina govendê dewam kir.