Mîhrîcana Çanda Kurd li Rûsyayê, bi kêf û coş bû
Mîhrîcana Çanda Kurd ku li Moskova ya paytexta Rûsyayê hat lidarxistin, diyariyê Pêngava 15’ê Tebaxê hat kirin.
Mîhrîcana Çanda Kurd ku li Moskova ya paytexta Rûsyayê hat lidarxistin, diyariyê Pêngava 15’ê Tebaxê hat kirin.
Mîhrîcana Çanda Kurd ku li Moskova ya paytexta Rûsyayê hat lidarxistin, diyariyê Pêngava 15’ê Tebaxê hat kirin.
Kurdên li gelek herêmên Rûsyayê dimînin, salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi konser û mîhrîcan pîroz kir.
Pêngava 15’ê Tebaxê li Moskovaya paytexta Rûsyayê bi mîhrîcanekê hat pîrozkirin. Kurd û organîzasyonên Kurdan ku li herêmên cuda yên Rûsya dijîn, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Reşad Bênav, hunermed Azîz Askaryan û gelek hunermendên Kurd ên naskirî, wênesaz û rejîsor li mîhrîcanê bûn mevan.
Gelek nûnerên otonomiyên neteweyî yên li Rûsyayê mîhrîcanê bûn. Hevserokê Otonomîya Çandî ya Neteweyî ya Federal a Kurdên Rûsyayê Farxat Patîyev axavtina destpêkirina mîhrîcanê kir. Nûnera Tevgera Jinên Kurd Li Rûsyayê Tara Qadir, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Reşad Bênav jî axivîn.
Yên axivîn, îşaret pê kir ku bi saya têkoşîna Rêberê Gelê Kurd ku mîmarê Pêngava 15’ê Tebaxê ye, Kurd ji nû ve jiyane û hemû dinyayê hêdî hêdî ew nas kiriye, têkoşîna PKK’ê di serî de fermandar Egîd, bi saya bi hezaran şehîdan Kurd ji nû ve jiyane û ji bo hemû hêzên şoreşger û pêşverû bûne moral.
Koma Agirî, Koma Dîcle û Firat, Koma Dîlana Kurdî, Barîn, Koma Kulîlkên Rojê, Koma Zîlan, Koma Bêrîtan, Koma Rojbîn û Koma Perpil ku ji derên cuda yên tev li mîhrîcanê bûn, cil û berg û folklora herêmên cuda yên Kurdistanê dan naskirin.
Kom bi hev re ketin pêşbaziyê. Di dawiya mîhrîcanê de juriyê deng dan, xelat dan komên pêşbazî kar kir. Koma Kulîlkên Rojê ya ji herêma Stravtapol a Rûsyayê, bû yekemîn, Koma Bêrîtan a ji herêma Saratov bû duyemîn, Koma Dîcle û Firat a ji herêma Tambovê bû sêyemîn.
Hunermendên Kurd Sarê Haciyeva, Hecî Mûsa û Nesrîn jî stran gotin.