Meşa li Hambûrgê di roja 2’an de ye
Li Hambûrgê meşa Kurdistaniyan a li dijî tecrîdê di roja 2’an de ye.
Li Hambûrgê meşa Kurdistaniyan a li dijî tecrîdê di roja 2’an de ye.
Duh ji bo şikandin û protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedêrên bi grevan re li bajarê Elmanya Hambûrgê meşa dirêj a 3 rojan hatibû destpê kirin.
Meşa Kurdistaniyan di roja 2’an de didome. Meşa dirêj li semta Wîlhemsbûrg a bajêr destpê kir û ji bajarê Hambûrg, Stade û Kîelê 70 kesî didome. Hevserokê NCDK Stade Abdullah Deger di meşê de axivî û got; “Ger pêwîst be ji bo Rêbertî em ê 300 roj an bimeşin. Jiyanekî bê Rêbertî tu caran em ê qebûl nakin.”
Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Kujer Erdogan” û “Bijî piştevaniya şoreşgerî” berz kirin.
MEŞ WÊ SIBÊ JÎ DIDOME
Çalakger wê li pêşiya Parlamentoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û qonaxa îro ya meşê bidawî bikin. Sibê saet 14:00’an li setma Sternchanze ji aliyê antîfaşîstên Elman ve çalakî bi armanca piştevaniya bi Rojava re bidome.