Meşa li dijî tecrîdê ber bi Bremenê ve bi dawî bû

Meşa li dijî tecrîdê ya Kurdistaniyan ku roja Înê li Hudeyê destpê kiribû, duh li Delmonhorsê bû û îro jÎ li Bremenê bi dawî bû.

Meşa Kurdistaniyan ku ji bo şermezarkirina tecrîda i ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û piştgriya grevên birçîbûnê, roja 8 Sibatê li bajarê Hudê destpê kiribû, duh li bajarê Delmonhorstê dom kir, îro li Bremenê bi dawî bû.

Îro saet 09:30’an meşvan ji bajarê Delmenhorstê ber bi bajarê Bremenê ve ketin rê. Di meşê de bê navber dirûşmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Ji Kurdistanê re statu’ hate berzkirin. Di meşê de helwesta dewleta Elman û Ewropayê jî hatin şermezarkirin.

Meşa Kurdistaniyan li ber parlamentoya Bremenê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.