Meşa li dijî qirkirinê di roja 2’an de ye

Meşa Dirêj a li dijî qirkirin û ji bo statûya Şengalê hatibû destpêkirin di roja 2’an de dewam e.

Meşa Dirêj a 2 rojan ku bi dirûşma ‘Ji Qirkirinê re na, ji bo Şengal statû’ di navbera Celle-Hannover hatibû destpêkirin didome.

Meşvanên li Lehtre kom bûn, deqeyek rêz girtin.

Meşa ku MŞD’ê organîze dike di roja duyemîn de Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç û berdevkê Eyaleta Saksonya Jêr a FED-DEM’ê Letîf Karataş jî tevlî bû.

MÎTÎNGEK BÊ KIRIN

Piştî meşa ku wê di navbera Lehtre-Hannoverê dom dike de û şûnde saet 16:00’an wê li pêşiya Meclîsa Eyaleta Saksonya Jêr a Hannoverê mîtîngek bê kirin. Di dema mîtîngê de wê li ser Şengalê dosyayek bê pêşkêşkirin.