Meşa ji Lûdwîgshafenê heta Hombûrgê dewam dike

Roja yekem a Meşa Dirêj a ji aliyê ciwanên Kurd û enternasyonalîst ve hatibû destpêkirin, ji Lûdwîgshafenê destpê kir.

Qonaxa yekem a Meşa Dirêj a ciwanên Kurd û enternasyonalîst 8’ê Sibatê li bajarê Frankfûrt ê Elmanayê dabû destpêkirin, ji Lûdwîgshafenê heta Hombûrgê destpê kir.

Meşa ku bi dirûşma ‘Rê nedin tecrîdê, Bi Rêber Apo re azad bijîn’ li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin îro 23 kêlometre bi rê çûn.

Meş bi tevlîbûna 100 ciwanî bi biryardariyeke mezin dewam dike. Ciwanên ku her rojê bi sirûdeke nû dest bi meşê dikin îro di çarçoveya Pêngava ‘Nehêle’ ketin ser rê. Wê îşev di çarçoveya Pêngava Nehêle de semînerek bê dayîn. Qonaxa yekem a meşa îro wê li bajarê Hombûrg ê Elmanyayê bi dawî bibe.

Ciwan piştî xwarina şîvê ji bo tevlîbûna semînerê wê biçin salona ku li Hombûrgê çalakî lê bê kirin.