Meşa ji Baselê ya heta Strasboûrgê dest pê kir: Wê tecrîd bişikê!

Di salvegera komployê de ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Baselê heta Strasboûrgê bi slogana ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ meşeke dirêj hate destpêkirin.

Di salvegera 20’emîn a komployê de siyasetmedar, nûnerên saziyan û hunermend jî di nav de bi sedan kesan bi slogana ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ meşeke dirêj a 8 rojan dan destpêkirin. Meş ew ê ji Baselê heta Strasboûrgê bidome.

Meş ji aliyê KCDK-E’yê hate organîzekirin û li qada Barfusserplatzê ya Baselê bi mîtîngeke mezin dest pê kir. Di mîtîngê de pankartên ji bo azadiya Ocalan û silavkirina çalakgerên greva birçîbûnê hatin vekirin.

GOKSÛNGÛR: EW Ê TECRÎD WERE ŞIKANDIN

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur di destpêka meşê de axivî û got ku “Armanca me ya sereke ya vê meşê ev e ku, em daxwazên hevalên xwe ji cîhanê re ragihînin. Heta ku tecrîda li ser Ocalan neşikê wê ne gelên Tirkiyeyê û ne jî gelên Rojhilata Navîn azad nebin.”

AYDAR: DI SALA 20’AN DE WÊ KOMPLO WERE HILWEŞANDIN

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî diyar kir ku gelê Kurd li her qadê li ber xwe didin û got ku, “Di sala 20’emîn a komployê de, em ê bi berxwedana xwe Rêbertiya xwe azad bikin û em ê komployê hilweşînin. Em dizanin, bi berxwedana me re, tirsa rejîma faşîst jî zêde dibe.”

Li ser navê SYKP, MLKP, ATÎK, AvEG-KON, ADHK, KPP û PYD’ê axaftin hate kirin û qala girîngiya meşê hate kirin. Di axaftinan de hate gotin ku “Bi şikandina tecrîsa li ser Ocalan re wê gelên Tirkiyeyê azad bibin.”

NÛNERÊN GELEK SAZIYAN TEVLÎ MEŞÊ BÛNE

Parlementer û hevşaredarên HDP’ê yên ji neçarî hatine Ewropayê, Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevseroka KCDK’ê Fatoş Goksungur, endamên CÎK’ê, hunermend, endamên KNK’ê û nûnerên SYKP, MLKP, ATÎK, AvEG-KON, ADHK, KPP û PYD’ê jî di nav de nûnerên gelek saziyan tevlî meşê bûne.