Di salvegera 20’emîn a komployê de siyasetmedar, nûnerên saziyan û hunermend jî di nav de bi sedan kesan bi slogana ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ roja yekemîn a meşê bidawî kirin.
12 KÎLOMETRE MEŞIYAN
Çalakgeran nava rojê 12 kîlomtere meşiyan û bê navber dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.
‘BERXWEDAN WÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNE’
Di meşê de li dijî dewleta Tirk û Erdogan hêrseke mezin a çalakgeran hebû, bal hate kişandin li ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven û peyama “Berxwedana me wê tecrîdê bişkîne” hate dayîn.
Roja yekemin a meşê li herêmeke nêzî bajarê Fransa Bartenheîmê bidawî bû û piştre çalakger derbasî salona Dawetê ya Bûrcû ya li sînorê Fransa-Swîsreyê bûn. Li vir heta direngiya şevê li ber stranan goven hate girtin.
NÛNERÊN GELEK SAZIYAN TEVLÎ MEŞÊ BÛNE
Parlementer û hevşaredarên HDP’ê yên ji neçarî hatine Ewropayê, Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevseroka KCDK’ê Fatoş Goksungur, endamên CÎK’ê, hunermend, endamên KNK’ê û nûnerên SYKP, MLKP, ATÎK, AVEG-KON, ADHK, KPP û PYD’ê jî di nav de nûnerên gelek saziyan tevlî meşê bûne.