Meşa ji Abdullah Ocalan re azadî
Li Başûrê Fransayê meşa “Ji Rêber Apo re azadî” di roja duyemîn de didome.
Li Başûrê Fransayê meşa “Ji Rêber Apo re azadî” di roja duyemîn de didome.
Li başûrê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh bi 158 kesan meşa ji bo 3 rojan hate destpêkirin.
Li Martîûesê duh ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin, piştî rêzgirtinê bi daxuyaniya çapemeniyê starta meşê hate dayîn.
Di daxuyaniyê de peyama “Em ê bi berxwedanê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe pêk bînin. Em meşên ji bo Rêber Apo hatine destpêkirin, silav dikin. Serketin wê ya berxwedêran be” hate dayîn.
Li ber şaredariya navendî ya Marîgnane bi pêşwazîkirineke girseyî û daxuyaniyên komîteya amadekar roja yekem a meşê qediya.
JI BO MEŞA SIBE BANG HATE KIRIN
Ji komîteya amadekar Fethî Patnos ev tişt got:
“Me roja yekem a meşa ji bo 3 rojan, tevî şert û mercên hewaya nebaş jî bi serkeftî qedand. Em ê îro ji Marîgnane heta Marsîlyayê bimeşin, wê beşa duyemîn temam bibe. Em bang li hemû dost û welatparêzan dikin; tevlî meşa sibe bibin. Li ser vî bingehî roja Yekşemê li Qada Canebîere di saet 13.00’an de bi hezaran kes wê werin ba hev û em ê meşa xwe li ber Parlamentoya Ewropayê bi mîtîngê biqedînin.”