Meşa dirêj a enternasyonalîstan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 11’ê Sibatê de li bajarê Basel ê Swîsreyê dest pê kir, berdewam dike. 200 ciwanên enternasyonalist îro ji bajarê Sîerentzê dest bi meşê kirin û qonaxa meşê ya roja duyemîn bi dawî kirin. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê hatin hildan.
Di Meşa Azadiyê de timî dirûşmeyên girîngiya têkoşîna enternasyonalîst destnîşan dike hatin berzkirin û peyama "Em ê bi serbikevin" hat dayîn.
Di meşa enternasyonalîst a ku di nava rojê de zêdetirî 15 kêlometre meşiyan, dirûşmên "Ji Ocalan re azadî" û "Em hemû PKK'î ne" hatin berzkirin û govenda azadiyê hat gerandin.
JI ÎMRALIYÊ RE QERT HATIN ŞANDIN
Ciwanên enternasyonalîst ên ku di meşê de bi belavokên ku belav kirin bal kişandin ser tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji Îmraliyê re qert şandin.
Di meşê de timî ciwanan dirûşmeyên "Terorîst Erdogan" û "Dîktator Erdogan" berz kirin.
KONFERANSA JINAN HAT LIDARXISTIN
Ciwanên enternasyonalîst ên ku roja duyemîn a meşa xwe ya li bajarê Sierentz ê Fransayê danê êvarê bi dawî kirin, beşdarî panela bi navê Konfederalîzma Jinên Demokratîk a Cîhanê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mûlhoûse hate lidarxistin, bûn. Aktîvîsta TJK-E Bêrîvan Yîgît weke axaftvan tevlî konferansê bû.
Roja sêyemîn a Meşa Azadiyê ya enternasyonalîstan wê sibê li bajarê Mûlhoûse ê Fransayê dewam bike.