Meşa du rojan a li Kopenhagê bi dawî bû
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê li Danîmarkayê ji bo du rojan meşek hate lidarxistin.
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê li Danîmarkayê ji bo du rojan meşek hate lidarxistin.
Meşa dirêj a li Kopenhagê li taxa Ishojê dest pê kir. Çalakger roja pêşîn 19 kîlometreyan meşiyan û di roja duyemîn de jî 14 kîlometre meşiyan. Çalakgeran li ser rêya xwe belavok belav kirin.
Êvarî jî li pêşiya Şaredariya Kopenhagê mîtîngek hate lidarxistin.
Endama rêxistina civaka sivîl a bi navê SOS a ku li dijî nijadperestiyê ye Marîanne Olsen di mîtîngê de axivî. Olsen diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan sûcê mirovayetiyê ye û bal kişand ser vî tiştî ku Ocalan mîmarê aştiya li Rojhilata Navîn e. Olsen got ku, “Heke Erdoganê dîktator û Tirkiye dixwazin di warê doza Kurdan de aştî pêk were, divê vegerin ser maseya muzakereyê.”
Di mîtîngê de keşe Leîf Bork Hansen jî got ku “Azadiya Ocalan tê wateya azadiya gelê Kurd” û çalakgerên greva birçîbûnê silav kir.