Meşa Dirêj di roja duyemîn de bi dirûşman bi dawî bû

Meşa Dirêj ku li dijî qirkirinê bi daxwaza statuya Şengalê pêk hat, di roja 2'emîn de bi dirûşman bi dawî bû.

Meşa Dirêj a ji bo statuya Şengalê, ku ji bajarê Celle yê Elmanyayê dest pê kir, di roja duyemîn de bi dirûşman li bajarê Hannoverê bi dawî bû.

Roja duyemîn a meşê saet di 10:30'î de ji bajarê Lehrteyê dest pê kir û tevî girseya gel Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, Berdevkê Fed-Demê yê eyaleta Saksonya Jêrîn Letîf Karakaş, mirovên ji baweriya Êzidiyan, nûnerên komele, sazî û meclîsên li herêmê tevlî bûn.

Çalakgerên ku bi moral û motîvasyoneke bilind meşiyan, di her bêhnvedanê de stran gotin, govend gerandin.

Meşvan saet di 16:00 de gihîştin Opernplatzê ya Hannoverê. Li vê derê mîtîngek li dar xistin. Ji komîteya amadekar a meşê Çîçek Xwedêda, Hevserokê MŞD'ê Fîkret Îgrek, nûnerê Budnîs C-Fur Deûtschland Thomas Werthe, ji Zenrtal Rat der Êziden Şêx Dr. Elî Seydo, ji Partiya Komunîst a Tirkiyeyê Hasan Ozkan, ji Meclîsa Şengalê Îdo Rambosî û Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç axivîn.

Piştî axaftinan, meş di roja duyemîn de bi tilîlî, dirûşm û govendê bi dawî bû.