Meşa dirêj a li Saksonyaya Jêr û Berlînê dest pê kir

Li hemberî komploya 15’ê Sibatê meşa dirêj a li Saksonyaya Jêr û Berlînê dest pê kir.

Li Eyaleta Saksonyaya Jêr a Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî ya di 15’ê Sibatê de meşa dirêj a ji bo 3 rojan hate destpêkirin.

Meşa îro wê ji Langenhagenê heta Hannoverê bi qasî 10 kîlometreyan bidome.

Kurdistanî û dostên wan li pêşiya rawestgeha dawîn a gara tramwayhê kom bûn û beriya meşê daxuyaniyeke kurt dan.

Ligel ku baran dibare jî 150 kes tevlî meşê bûn.

Meşa li Saksonyayê jî wê sibê saet di 11’an de li pêşiya Laatzen Leîne Centerê dest pê bike û wê girse heta gara trênê ya Hannoverê bimeşe. Roja sêyemîn jî wê meş li pêşiya gara trêne ya Hannoverê were destpêkirin û heta parlementoya eyaletê bidome. Li pêşiya parlementoyê wê mîtîngek were lidarxistin û dosyeyek pêşkêşî parlementoyê were kirin.

BERLÎN

Li Berlînê jî ji bo protestokirina komploya navneteweyî meşa dirêj a 2 rojan li Kreûzber-Kottbûser  Torê dest pê kir. Girse bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ dimeşe.

Komîteya Amadekar banga tevlêbûna meşê kir.