Meşa Dirêj a Başûrê Fransa ya 3 rojî bi dawî bû

Meşa Dirêj a 3 rojan ku bi armanca prtoestokirina tecrîd û komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Başûrê Fransayê hatibû lidarxistin bi mîtîngekê bi dawî bû.

Meşa Dirêj a ji herêma Boûches-du-Rhone a Başûrê Fransayê bi armanca protestokirina komplo û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û bal kişandina ser berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin bi mîtîngekê bi dawî bû.

Meşa ji pêşiya Şaredariya Martîgûesê destpê kir, ji Marsîlya, Bordeaûx, Mantpellîer, Dragûînîgnan û Toûloûseyê 147 kes tevlî bûn.

Di çalakiyê de komplo û tecrîda li ser Ocalan, êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava hatin şermezarkirin, piştevaniya grevên birçîbûnê hatin kirin.

Meşa ku saetên sibê ji St. Antoîneyê destpê kir ber bi Marsîlyayê ve kete rê 300 kes tevlî bûn. Girseya ku saetên nîvro gihiştin Jolîetteyê , bi tevlîbûna bi hezaran kesî mîtîngek hate kirin.

Mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir li ser navên NCKD û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan axaftin hatin kirin.

Di mîtînga berxwedêrên grevên birçîbûnê hatin silavkirin de, Sekreterê Giştî yê Komeleya Piştevaniya bi Kurdan û Azadiyê re Joel Dûtto, Berdevka Navneteweyî ya Partiya Komunîst a Fransî Josîane Dûrîeû, Berdevak Netewî ya Partiya Çep Helene Lacacheûx, Serokê Komeleya Mafê Mirovan a Marsîlyayê Bernard Eynaûd, Berdevka Toûloûse ya Komeleya Piştevaniya bi Kurdan re Pîere li gel Nûnerê NPA 13 Marsîlya Jean Marîe Battînî jî axivîn.

Mîtîng piştî axaftinan û şûnde bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Leyla Guven’ bi dawî bû.