Meşa ciwanan bi dawî bû

Meşa Dirêj a ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst 11’ê Îlonê dest pê kir, tevî provokasyonên polîsên Elman gihîşt armanca xwe. Ciwanan destnîşan kir ku ew ê li meşa xwe ya azadiyê dewam bikin.

Meşa Dirêj a ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst bi şiara “Ji bo Azadiya Rêber Apo Werin Cenga Azadiyê” dabû destpêkirin, di roja 6’an de li Aachenê bi dawî bû. Ciwanan duh li dijî provokasyonên polîsên Kolnê li ber xwe dan û lewma hatin destgîrkirin. Piştî nihêrtina li nasnameyan a ku heta derengiya şevê hat kirin, ciwan hatin berdan. Ciwanên Kurd û enternasyonalîst tevî hemû astengiyan gihiştin armanca xwe û meşa xwe bi dawî kirin.

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ku ji roja 11’ê Îlonê û vir ve dimeşin, li ber îstgeha trenan a navenda Aachenê hatin ba hev û mîtîngek li dar xistin. Zêdeyî 50 enternasyonalîst jî ji Awusturalya, Îtalya, Îspanya, Awusturya, Îngilistan, Fransa, Bretonya, Swîsre, Hollanda û Elmanyayê tev li Meşa Dirêj bûn. Di çalakiyê de daxuyaniyên bi zimanên Kurdî, Îngilizî, Elmanî, Spanî, Îtalî û Tirkî hatin dayîn û hate ragihandin ku meş tevî hemû provoskasyonan jî gihiştiye armanca xwe.

Ciwanan bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Rêber Apo” berz kirin.

‘EM WÊREKIYA XWE JI GERÎLAYÊN LEHENG DIGRIN’

Li ser navê ciwanên Kurd Çekdar Serhat daxuyanî xwend û diyar kir ku ew tevî hemû êrîşên faşîst û provokasyonan gihiştine armanca xwe û wiha got: “Me ev meş ji bo azadiya Rêber Apo û silavkirina berxwedana gerîla, li dar xist. Me îro meşa xwe li vir bi dawî kir. Lê wê meşa me ya azadiyê dewam bike. Em wek ciwanên vî gelî baş dizanin ku azadiya welat û gelê me, bi azadiya Rêbertiya me re pêkan e. Rêbertiyê peywira pêşengiyê da me. Em jî ji bo vê berpirsyariya xwe bi cih bînin, em ê li her dera Ewropa û Kurdistanê berxwedana xwe geş bikin. Em wêrekiya xwe ji gerîlayên leheng ên ku li çiyayên Kurdisanê li ber xwe didin, digirin.”

‘HETA KU RÊBER APO AZAD BIBE’

Di daxuyaniyên bi Îngilizî, Elmanî, Spanî û Îtalî hatin dayîn de jî, hewildanên faşîst û provokasyon hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Paradîgmaya ku Rêber Apo ava kir, hêviya cîhanek a nû ye. Divê Rêber Apo yê ku ev hêvî ava kir, bigihîje azadiya xwe ya fizîkî. Em ê jî ji bo vê hêviya jiyana nû têbikoşin. Em ê ji bo belavkirina vê paradîgmayê têkoşîna xwe bidomînin.”

Ciwan wê piştî çalakiya 6 rojan, êvarê merasîmek a çoş û moralê li dar bixin. Sibe jî wê tev li 30’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku wê li Hollandayê bê lidarxistin, bibin.