BI DÎMEN

‘Meşa Azadiyê’ ya ji Parîsê heta Strasboûrgê berdewam dike

“Meşa Azadiyê” ya 25 kesan a ji Parîsê heta Strasboûrgê li banliyo Villiers Le Bel a paytext Parîsê di roja 16’emîn de berdewam dike.

“Meşa Azadiyê” a ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, li banliyo Villiers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê berdewam dike. Meşvanan li ber Şaredariya Villiers le Bel daxuyanî dan. Meşvanan anî ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku niha li girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, ew ê hemû erkên xwe pêk bînin û bang li gelê Kurd kirin ku dest ji têkoşînê bernedin.

Meşvanan bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kirin ku ji bo mîtînga 17’ê Sibatê ya Kolnê biherikin qadan û her wiha ji bo meşa sibe ya Garges Les Gonesses pêk were.

Meşvanan der barê “Meşa Azadiyê” û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de belavok li derdor balev kirin.

Di daxuyaniyên bi zimanê Fransî yên bi hoparlorên li ser rêya meşê hatin dayîn de, hate gotin ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re re hewl dide Rêberê Gelê Kurd ji cîhanê îzole bike û hate bibîrxistin ku CPT bi xemsariya xwe cesaretê dide dewleta Tirk û banga li peywîra xwe rabe hate kirin.

“Meşa Azadiyê” a ku di 22'ê Çileya 2024'an de li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin dest pê kir, wê di 15'ê Sibatê de li ber avahiya CPT ya Strasboûrgê bi dawî bibe.

“Meşa Azadiyê” ya îro wê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Villiers le Bel bi şanoyeke bi dawî bibe û sibe jî qada Garges les Gonesses a yek ji taxên bakurê paytext Parîsê dest pê bike.