‘Meşa Azadiyê’ li Sarcellesê berdewam dike
“Meşa Azadiyê” ya 25 kesan a ji Parîsê heta Strasboûrgê li Sarcellesê di roja 17’emîn de berdewam dike.
“Meşa Azadiyê” ya 25 kesan a ji Parîsê heta Strasboûrgê li Sarcellesê di roja 17’emîn de berdewam dike.
“Meşa Azadiyê” ya 25 rojan a ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, li Sarcellesê di roja 17’emîn de berdewam dike. Meşa Dirêj a 25 rojan û bi 25 kesan tê lidarxistin û nûnertiya 25’emîn sala esaretê dike.
Meşvanan îro di navbera banliyo Garges les Gonesses û Sarcelles ên paytext Parîsê de bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Em Kîne? Apocî ne!” meşiyan.
Meşvanan di meşê de ji bo derdorê agahdar bikin broşur belav kirin û bi gel re jî sohbet kirin.
Di dema meşê de bi bangên bi hoparloran êşkence û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat tehşîrkirin.
Meşa îro li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a banliyo Sarcelles bi dawî bû.
Qonaxa sibe ya “Meşa Azadiyê” bajarê Amîens ê Fransa ye.