Meşa 'Azadî ji Rêber Apo re' di roja 4'an de ye

Meşa Dirêj ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, di roja 4'an de ye. Ciwanan ji Dusseldorfê berê xwe dan Leverkûsenê.

Meşa Dirêj ku ji aliyê ciwanên Kurd û enternasyonalîst ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji bo Rêber Apo werin cenga azadiyê" destpê kir, di roja 4'an de ye.

Ciwanên ku 11'ê Îlonê ji bajarê Essenê bi rê ketin, piştî sê rojan gihîştin Essenê. Rêgeha ciwanan îro Dusseldorf-Leverkûsen e.

Meşa ciwanan li gel baranê jî bi coş û moral dewam dike.

Ciwan wê îro bi 20 kîlometreyî bimeşin û êvarê bigihêjin Leverkûsenê.

Meşa ciwanan wê roja Înê li bajarê Aachenê bi dawî bibe.