Li Îranê serma û seqem: Dibistan û saziyên cemaweriyê hatin girtin
Îranê ji ber serma û seqemê, her wiha ji ber tedbîrên teserûfa enerjiyê biryar da ku li tevahiya welêt dibistan û saziyên cemaweriyê bigire.
Îranê ji ber serma û seqemê, her wiha ji ber tedbîrên teserûfa enerjiyê biryar da ku li tevahiya welêt dibistan û saziyên cemaweriyê bigire.
Li gorî nûçeyên li çapemeniya xwecihî, hikumetê roja Çarşemê paytext Tehran jî di nav de li 20 ji 31 wîlayetan ev tedbîr xist meriyetê.
Îran ku ji aliyê çavkaniyên enerjiyê ve yek ji welatên herî dewlemend ên cîhanê ye, bi taybetî mehên zivistanê nikare bersivê bide pêwîstiya bi enerjiyê.
Mehên dawî ji ber ku nikare sotemenî û gaza têrker a ji bo xebitandina santralên elektrîkê peyda bike, elektrîk qut dibe.
Ajansa nûçeyan a Mehrê got, "Ji ber serma û seqemê, berfê û pêwîstiya bi kêmkirina bikaranîna enerjiyê li gelek bajaran ofîs û dibistan hatin girtin."