Masûlkeyên çalakgerên Strasboûrgê dihelin

Hate gotin li Strasboûrgê ya Fransayê masûlkeyên berxwedêrên greva birçîbûnê dihelin, ku ev 105 roj in çalakger di greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya 14 berxwedêrên Strasboûrgê kete roja 105'an. Ev 105 roj in çalakger ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.

Şemiyê pisporekî romatolojiyê ku ji Swîsreyê hatibû mieyeneya çalakgeran kir. Doktor ji çalakgeran tenê mieyeneya Gulîstan Îke, Dîlek Ocalan, Nurgul Başaran, Yuksel Koç, Ramazan Îmîr û Kardo Bokanî hate kirin.

Piştî kontrolan, yek ji doktorê ku tim çalakgeran kontrol dike Fahrettîn Gulşen got, masûlkeyên çalakgeran gelekî dihelin û ev fikaran çêdike.

MEHÎNA MASÛLEYAN DIBE SEDEMA KU MOVIK ÎLTÎHAB BIGIRN Û ZIYANÊ DIDIN ORGANÊN HINAVÊ

Dr. Gulşen got ji ber greva birçîbûnê ya domdirêj masûlke dihelin û dimehin, her wiha got, li cem gelek çalakgeran bi vê re, movikên wan jî îltîhab girtine.

Gulşen diya kir cerg û mêlakên Yuksel Koç jî îltîhab girtine û got her wiha di dilê Koç de jî nexweşî heye.

''ME EV RÎSK DABÛ BER ÇAVAN''

Gulşen her wiha got ji bo ku çalakgeran naxwazin tedawî bibin tiştekî ku ew bikin jî tine ye û got, çalakgeran ji doktor re gotine, ''Me ev dabû ber çavan û dest bi vê çalakiyê kiribû''.

Tê payin ku sibe bi berfirehî kontrola çalakgeran were kirin, ku ji 17'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ne.

Navê Çalakgeran: Gulîstan Îke, Dîlek Ocalan, Nurgul Başaran, Mustafa Sarikaya, Yuksel Koç, Mehmet Nîmet Sevîm, Kardo Bokanî, Agît Ural, Denîz Surgut, Ekrem Yapici, Mohammad Ghaderî, Ramazan Îmîr, Ayvaz Ece û Kerem Solhan.