Li Zurihê tecrîd hate protestokirin

Di meş û mîtînga li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hate kirin de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin, destek dan grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatine destpêkirin.

Bi pêşengtiya Platforma Piştgiriya bi Grevên Birçîbûnê re ya Swîsreyê li Burklîplatezê bi dirûşma ‘Tecîrdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ meşek hate kirin.

Di meşê de pankartên bi nivîsên ‘Niha demê serî hildanê ye li dijî tecrîdê’, ‘Leyla Guven ji bo Abdullah Ocalan di grevê de ye’ û ‘Aktivîstên Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê, zindanan û Ewropayê di grevên bêdawî û bêdorveger de ne’ her wiha pankartên ku wêneyên berxwedêran li ser hatin hildan û bi yek dengî dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’, ‘Bijî Berxwedanan zindanan’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ hatin qîrkirin.

Piştî meşê li qada Werdplatezê mîtîngek hate kirin. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên têkoşîna azadî û şoreşê destpê kir. Di çalakiyê de belavoka bi zimanê Elmanî hatibû amadekirin hate xwendin. Li vir Siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk axivî, diyar kir ku CPT û saziyên mafê mirovan ên Ewropî li hember daxwazên berxwedêrên ku bedena xwe dane ber mirinê bêdengin û bi erka xwe ranabin. Çelîk got: “Erka dikeve ser milê gelê me ya li hemberî vê bêdengiyê bilindkirin û xurtkirina berxwedana Leyla Guven û hemû berxwedêrên di grevan de ne.”

Piştî Çelîk li ser navê Platforma Piştgiriya bi Grevên Birçîbûnê re Leyla Şahîn axivî û got: “Çalakiya Guven ji bo bêdengiya li hemberî tecrîdê bûye bersiva herî mezin. A dikeve ser milê me xwedîderketina li gervên birçîbûnê û bilindkirina daxwazên wan e.”

Di dawiya axaftinan de çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.